Erdogan li ser Ronaldo axivî: Futbolîstekî weke wî bêwec kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Erdogan îro di axaftinekê de li Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê li ser pirsa berawirda (qiyasa) di navbera Ronaldo û Messi de got: “Wan Ronaldo bêwec kirin. Mixabin cezayên siyasî li ser Ronaldo dan.”

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan îro li Kampusa Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê di Bernameya 'Dengê min ê ewil ê ji bo AK Partiyê, Dengê min ê ewil Erdogan' bi ciwanan re hevdîtinek kir.

Ji bilî rojeva siyasî û aborî ya Tirkiyê, Erdogan di axaftina xwe de behsa werziş, Kûpaya Cîhanî ya 2022 li Qeterê û Messi û Ronaldo jî kir.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê lîstika fînalê ya Kûpaya Cîhanê ya 2022an da diyar kir ku piştî lîstikê ji Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re gotiye ku Arjantîn bi lîstika xwe ya baş biserket û ji ber vê yekê divê aciz nebe.

"Arjantîn di penaltiyan de bi rastî ecêb bû"

Erdogan got, “Arjantîn di penaltiyan de bi rastî jî pir mezin bû, lê Messî tevî temenê xwe... Tenê Mbappe paşeroja wî tehdîd dike, 23 salî ye, Messi 34 salî ye û tecrubeya Messi ya di zivirîna her du aliyan de giran bû. Bi vî awayî Arjantîn piştî 30 salan Kûpaya Cîhanê qezenc kir. Emê bêjin ser xêrê be, aqûbet li serê me be.”

"Wan Ronaldo ceza kir"

Erdogan li ser pirsa derbarê qiyaskirina Messî û Ronaldo de jî diyar kir ku ew nikarin herdu futbolîstan bidin ber hev û wiha dewam kir:

“Wan Ronaldo bêwec kir. Mixabin cezayên siyasî li ser Ronaldo sepandin û futbolîstekî wekî Ronaldo hiştin bo nîveya duyemîn dû nîveya duyemîn de jî hiştina wî bo 15 deqe, nîv saetekê, hem psîkolojiya wî û hem jî tevahiya enerjiya wî jê bir. Li şûna qiyaskirina Ronaldo û Messi li wir, bi vî awayî an jî wekî din, li gorî agahiyên ku min bi dest xistine Ronaldo niha diçe Erebistana Siûdiyê. Ew kesek e ku li ser doza Filistînê radiweste. Niha, Mbappe girêdayî paşerojê ye, di paşerojê de ew heye.”