Welatiyên biyanî ji bo çandina por berê xwe didine Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Biyanî ji bo ku porê xwe biçînin diçine Stenbol a Tirkiyê ku li wir li gorî welatên wan erzantir e.

Ev der klînîkeke çandina por e li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê. Kesên ji bo neştergeriyê tên zêdetir biyanî ne.

Pizîşkê çandina por ku 17 sal in vî karî dike dibêje ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî mişteriyên wan zêdetir bûne û rojane zêdeyî 10 neştergeriyan dikin.

Pizîşkê Çandina Por Ugur got, “Geştyar hem tên geşta xwe dikin û hem jî pora xwe diçînin, erzantir e li gor welatê wan. Hinek kes jî wek pakêtekê hildibijêrin. Hotel, firokexane, geşta Stenbolê jî di nav de ne. Ev kar karekî wiha ye ku kedeke zêde dixwaze. Wek tu bi derziyê bîrekê bikolî.”

Hugill welatiyekî Alman e û beriya nêzîkî 40 rojan ji bo porê xwe biçîne hatiye Stenbolê û dibêje bihayê vê neştergeriyê li gor welatê wan 5 qat erzantir e.

Welatiyê Alman Hugill anî ziman, “Li Ewropayê çandina por gelekî biha ye, nêzîkî 10 hezar euro ye. Lê li vê derê bi giştî min 2 hezar euro dan û di heman kalîteyê de ye. Heman operasyon e û li Stenbolê erzantir e.”

Li Tirkiyê neştergeriya çandina por ji ber kêmbûna heqdestê karkeriyê û nirxê derman li gor welatên din erzantir e û di rêzbenda çandina por de welatê pêncemîn e. Welatiyên Ewropa, Rojhilata Navîn û Amerîkayê salane tên û Tirkiye di vî warî de salane herî kêm 2 milyar dolaran bi dest dixe.