Bayraktar: Divê Serokwezîr îstîfa bike

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Jîngeh û Şaredariyê yê Tirkiyê Erdogan Bayraktar yê ku kurê wî di çarçoveya “operasiyonên li dijî gendelî û rişwetê”  de hat binçarkirin, ji wezîriyê û parlementeriyê îstîfakir.

Bayraktar diyar kir ku pilana avadana dosyaya lêpirsînê bi pesendkirina Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan pêkhatiye û wiha got: "Pêwîste Serokwezîr îstîfa bike." 


Piştî destpê kirina “operasiyonên li dijî gendelî û rişwetê”  a navenda wê Stenbol bû Wezîrê Karê Navxweyî Muammer Guler, Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan û piştî wî jî Wezîrê Jîngeh û Şaredariyê Erdogan Bayraktar jî ragihan ku wî ji wezîriyê û parlementeriyê îstîfa kirî.


Bayraktarê ku tevlî kanalek televîzyonê bû wiha got: "Plansaziya avadana dosyaya lêpirsînê bi pesend kirina Serokwezîr Erdogan pêkhatiye. Gufaşa ku li ser me tê meşandin ez qebul nakim. Îro metna îstîfayê ji mere şandiye. Di rewşek wisa de ev yek şaşe. Bila bixêr be."

Bayraktar, diyar kir ku di dosyaya operasyonê de derbarê kesê wî de tiştek nîne xisûsek ku nikaribe şîrove bike nîne lê dîsa gufaşên îstîfa li ser hatî kirin û wiha got: "Pêwîste Serokwezîr îstîfa bike."