Budceya Serokkomariya Tirkiyeyê karvedan li pey xwe anîn

Hewlêr (Rûdaw) – Di Komîsyona Budce û Planê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de budceya sala 2024an a Serokkomariya Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.

Budceya Serokkomariya Tirkiyeyê sala borî 6,6 milyar lîreyên Tirkî bû.

Biryar e budceya Serokkomariyê sala bê bêhtirî ji sedî 85 were zêdekirin.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz anî ziman:

“Xerciyên sala 2022yan a Serokkomariyê 5 milyar û 363 milyon bû.

Budceya sala 2024an a Serokkomariyê wek 12 milyar û 283 milyon hatiye pêşbînîkirin.”

Zêdekirin û qebaraya budceya Serokkomariyê karvedan li pey xwe anîn.

Di demekê de ku ev çend sal in xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber krîza aborî dinale, opozîsyon bi roj, saet û xulekan ket pey xerciyên Koşka Enqereyê û nerazîbûn nîşan da.

“Dike 2 mûçeyên kêmane”

Parlamenterê CHPyê Velî Agbaba li ser budceya Serokkomariyê got:

“Koşk dê sala pêşiya me rojê 33,6 milyon lîreyan xerc bike. Di demjimêrekê de 1,2 milyon lîre û di xulekekê de jî dê 1,3 milyon lîreyan xerc bike.

Wate xerciya xulekekê ya koşkê di sala bê de dike 2 mûçeyên kêmane.”

Di gotûbêjan de kûrtanîna budceya sala borî jî mijareke din a rexneyan bû ku opozîsyonê li desthilatê kirin.

“Hûn dê aboriyê çawa sererast bikin”

Parlementerê HEDEPê Sezaî Temellî jî li ser budceyê anî ziman:

“Serdemeke wiha ku di warê aboriyê de ji bo çareseriya pirsgirêkan li rêyên cidî digerin, 2,6 trîlyon lîre kûrtanîna budceyê heye. 2.2 trilyon xerciya bacan heye.

Nêzîkî 1,3 trilyon xerciya faîzê heye. Dema hûn van reqeman kom bikin ji xwe hûn dê matmayî bimînin. Dema hûn li van reqeman dinêrin hûn dê vê aboriyê çawa sererast bikin.”

Budceya Giştî ya Hikûmeta Tirkiyeyê ya 2042yan roja înê piştî 36 rojan a gotûbêjan di Komîsyona Budce û Planê ya Parlamentoyê de hat pesendkirin.

Pêşniyarnameya Budceyê ku ji 16 madeyan pêk tê dê di komcivîna giştî ya Parlamentoyê de jî were gotûbêjkirin û piştre dê were bicihkirinê.