Erdogan: Hemas ne rêxistineke terorî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan got, “Hemas ne rêxistineke terorî ye, rêxistineke rizgarîxwaz a welatê xwe ye.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan rexneyên tund li Îsraîlê girtin û ragihand, “Îsraîl wekî rêxistinekê tevdigere.”

Recep Tayyip Erdogan îro li Parlamentoya Tirkiyeyê, di civîna Koma AK Partiyê de axivî.

“Rêxistineke rizgarîxwaz a welatê xwe ye”

Erdogan di axaftina xwe de behsa şerê Xezeyê kir û got:

“Hemû welatên Rojavayî civiyan û wan Hemas wekî rêxistineke terorî pênase kir. Hemas ne rêxistineke terorî ye, rêxistineke rizgarîxwaz a welatê xwe ye.”

“Em êdî naçin Îsraîlê”

Erdogan di berdewamiya xwe de amaje pê kir ku Îsraîl ne wekî dewletekê, wekî rêxistinekê tevdigere û pê de çû:

“Amerîka yan welatên din kî alîkariya Îsraîlê dike bila bike, Îsraîl bi vî aqilî nikare here cihekî. Amerîka li cem te be yan kesên din ev ferq nake.

Min li Davosê ji serokwezîrê berê yê Îsraîlê re got, ‘Hûn baş dizanin zarokan bikujin.’ Min di jiyana xwe carekê tenê destê Netanyahu girt. Ew jî li Mala Tirkan a New Yorkê lê niyeta me ya baş berovajî kir.

Plana me ya çûna Îsraîlê betal bû û em êdî naçin Îsraîlê.

Me wekî Tirkan li ser rûyê erdê ti carî nîjadperestî nekiriye û em nakin jî. Em di dîrokê de li Cihûyan jî xwedî derketine.”