Ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bo Tirkiyê banga yasaya sansurê

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piştî qebûlkirina “Yasaya Dezenformasyon”ê ya ku wek yasaya sansurê tê zanîn bang li Tirkiyê kir û ragihand: “Tirkiyê ji bo berpirsiyariyên di çarçoveya hiqûqa navdewletî biguncivînin.”

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, derbarê yasaya sansurê bi daxuyaniyekê bang li Tirkiyê kir.

Rêxistina Efûyê ragihand: “Ev hiqûq (mewzûat) di çarçoveya hilbijartinên parlamenterî û serokkomariyê de ku tê plankirin sala 2023an bên kirin, gefeke nû ye ji bo tengavkirina qada îstişareyê ya raya giştî.”

Daxuyaniya Rêxistina tê gotin: “Hikûmeta Tirkiyê ji bo rûbirûbûna dezenformasyonê li cihê ku mirovan tawanbar bike û bi awayekî din bêdeng bike, divê xebatên gihandina zanyariyên pêbawer, rêzdar û objektifî zêdetir bike.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Rêxistina Efûyê tekez dike ku di heman demê de yasa, platformên sosyal medyayê û bikarhênerên wan ji parvekirinan berpirs digre û bi vê rêyê wan armanc digre û qada azadiya raderbirînê ya mirovan sînordar dike û dibêje: “Guhertinên di yasayê de hatine kirin, desthilatê dide desthilatdaran ku parvekirinên sosyal medyayê asteng bikin û cezayê pereyan ji kompanyayên sosyal medyayê re bibirin û bi vî awayî kontrola hikûmetê ya ser sosyal medyayê jî zêdetir dike. Li gor ragihandina Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) hikûmeta Tirkiyê di rewşa heyî de %90ê medyaya netewî kontrol dike û saziyên medyayê ku rexneyan li desthildaran digrin rûbirûyê zextên darayî û darazî dibin.”

Herî dawî Ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxwaze jî Tirkiyê dike ku yasaya sansurê hilweşîne û dibêje: “Li gor standart û hiqûqa mafên mirov a navdewletî li ser azadiya raderbirînê bi têgehên ne diyar wek ‘zanyariyên li dijî rastiyê’ û ‘panîk’ rê nayê dayîn ku belavkirina zanyariyan bê qedexekirin. Tevî vêya cezayên tund ên ku di yasayê de hene, bandore li raya giştî û medyayê dike û bi armanca tolê rîska otosansurê dihewîne. Ji ber vêya jî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li Tirkiyê dike, ku yasayê hilweşîne û tevî yasayên rûbirûbûna dezenformasyonê hemû yasayên derbarê mafê azadiya raderbirînê de ji bo berpirsiyariyên di çarçoveya hiqûqa navdewletî biguncivînin.”