VÎDEOGRAFÎK - Karnameyên 4 partiyên sereke di hilbijartinên Tirkiyeyê de

Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Parlamentoya Tirkiyeyê de 4 partiyên AK Partî, CHP, HDP û MHP pirraniya dengên dengderên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi dest anîn, ku her yek ji wan karnameyek taybet bi xwe hene û hewl bo serxistina wê didin.

 

Roja 7ê Hezîran a îsal hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Tirkiyeyê birêveçûn û li gor encaman, 4 partiyên sereke pirraniya dengan bi dest xistin.

 

Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî), Partiya Komariya Gel, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Tevgera Niştîmanî ya nijadperest (MHP) ew 4 partî bûn ku di hilbijartinan de kursiyên parlamentoyê bi dest anîn.

 

Her yek ji wan partiyan di hilbiajrtinan de karnameya taybet bi xwe ragihandibû û kar bo serxistina wê karnameyê dikir.

 

Piştî ku namzedê AK Partiyê bo Serokwezîriyê Ahmet Davtoglu nekarî aliyên din razî bike û hikûmetê pêk bîne, Serokkomarê Tirkiyeyê dxwaza dubarekirina hilbijartinan kir û komisyona bilinda hilbijartinên Tirkiyeyê roja 1ê Mijdarê wek roja dubarekirina hilbijartinan destnîşan kir.

 

Karnameya HDPê:

 

  • Serbestberdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan
  • Rêdan bi xwandina bi zimanê zikmakî
  • Dariştin û nivîsandina destûreke nû ji Tirkiyeyê re
  • Çalakkirina proseya aştiyê
  • Dariştina yasayeke nû ku nijadperestiyê rake
  • Nehiştina yasaya leşkeriya bi zorê
  • Nehiştina pêkhateya cerdevanan li Bakurê Kurdistanê
  • Nehiştina yasaya çewtandinê
  • Damezrandina sîstema xweserî
  • Serxwebûna aborî ji bajaran re

 

2- Karnameya AK Partiyê:

 

  • Wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de
  • Dabînkirina aştiya herdemî
  • Dariştin û nivîsandina destûreke pirralî
  • Berdewamkirina pêvajoya aştiyê
  • Guherandina sîstema dadweriya giştî ya komara Tikriyeyê
  • Dabînkirina 5 milyar lîreyan bo projeyên avdêriyê
  • Peydakirina derfetên kar
  • Damezrandina navendeke atomî
  • Damezrandina mezintirîn projeya enerjiyê

 

3 - Karnameya Partiya Komara Gelê Tirkiyê (CHP)

 

  • Çareserkirina pirsa kurd
  • Biyasayîkirina daxwazên gelê kurd
  • Parastina maf û azadiyên gelê kurd

 

4 - Karnameya MHPê:

 

  • Jinavbirina PKKê
  • Geşepêdana aboriyê
  • Geşepêdana warên pîşesazî, bazirganî û çandiniyê   

 

Her 4 partiyên sereke herwiha bo hilbijartinên parlamentoyê 2 hezar û 200 kes namzed kirine û ji wan jî 729 namzed kurd in.

 

Her partiyek li gor siyaseta xwe li hember pirsa kurd û giraniya xwe di nav dengderên kurd de, hejmara namzedên xwe yên kurd diyar kirine.

 

Hejmara namzedên kurd di lîstên hilbijartinê de:

 

Bi giştî her 4 partiyan 2 hezar û 200 kes namzed kirine.

 

Her 4 partiyan bi giştî 729 kurd wek namzedên xwe di hilbijartinan de diyar kirine.

 

  • HDPê zêdetirîn hejmara kandîdên wê kurd in û 526 kurd di lîsta wê de ne
  • AK Partiyê 121 kurd kirine namzed
  • CHPê 44 kurd wek namzed diyar kirine
  • MHPê 38 kurd di lîsta xwe de kirine namzed