Demirtaş: Eger îro ba min nedigot ‘Em dê peykerê Apo danin’

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ragihand ku eger îro ba wî hevoka “Em dê peykerê Serok Apo li vê meydanê dain” bikar nedianî yan jî bi wî şeweyê îfade nedikir.

Bernameçêkerên Televîzyona Halk TVê Îpek Ozbey, Bariş Pehlîvan, Fîkret Bila û Salim Şen; ji Selahattin Demirtaş ku ji sala 2016an vir ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, derbarê rojevê de pirsên xwe pirsîn.

Selahattin Demîrtaş diyar kir ku  wî û hevserokê berê yê  Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Selçuk Mizrakli weke protesto li beramber kuştina keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve porên xwe kur kirine.

Li ser pirsa Bariş Pehlîvan a “Girtîgeh di heman demê de cihê muhasebeyê ye. Selahattin Demirtaş ê îro, di dema derve de bûye ji çi tiştan re dibêje xwezî min kiriba yan jî min nekiriya?” Demîrtaş wiha got: “Bê guman, her heyama jiyanê divê bi hesabek derbas bibe. Ji bo vê girtîgeh cihekî ‘îdeal’ e. Bi rastî, gelek tiştên ku ez jê re bibêjim ‘xwezî’ nînin. Lê ji bo ku Pêvajoya Çareseriyê bi ser bikeve min dikaribû zêdetir însiyatîf wergirtiya.

Tevî ku AKP pêvajoyê bi kar dianî û hin kêmasî û xeletiyên rêbazê hebûn, diviya proseyek zelaltir û yasayî bihata meşandin û me karîbû vê pirsê bibîn parlamentoyê. Ez ji ber vê yekê xemgînin ku me nekir. Hin hevok jî hene ku ez îro bi wî awayî bikar naynim an îfade nakim. Mînak gotina 'Em dê peykerê Serok Apo danin' îfadeyeke ku hem ji wateya xwe bê derxistin û hem jî ji bo şaş bê fêmkirin gelek misaîd bû. Mebesta min ew bû ku Ocalan dê li PKKê çekan bi berdan û kesê ku tevkariyê li aştiyê dike ji aliyê civakê ve dê neyê jibîrkirin, lê ev hevoka min ji bo îstismakirinê guncav bû.

Di wan rojan de derdorên AKPê dudilî nedibûn ku digotin bila Xelata Nobelê ya aştiyê bidin Erdogan û Ocalan. Atmosfereke wisa hebû. Atmosfera siyasî ya serdema ku min ew hevok bikar anîbû, tê jibîrkirin. Bi rastî ez ne ew qas evîndarê peykeran im. Bi rastî di heman rojê de, yanî roja ku min ew gotin bikar anîn, min got ku ez ne mereqdarê peykeran im.”

Demîrtaş diyar kir ku ti îfadeyên wî ne sûc in û got, "Tevî vê yekê tenê ji ber axaftinên min heta niha 144 lêpirsîn hatine kirin û  47 doz hatine vekirin, 10 hezar sal û 38 cezayên giran ên heta hetayê ji bo min tê xwestin. Ev şeş sal in ez di girtîgehê de me  û 9 sal cezayê girtîgehê li min hat birîn. Li gel vê jî ez hewl didim ku ne bibim mexdûr, lê serbilind bim û bi awayekî rexnegir nêzî her pirsgirêkê bibim.”