Agir bi parkê ket: 5 otomobîl şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Umraniyeyê ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê ve, li parka otomobîlan agir derket û di encam de 5 otomobîl û motorsîkletek şewitîn.

Li Kolana Aşik Veysel a Taxa Çakmak a navçeya Umraniyê di parka otombîlan a girtî de ji ber sedemeke ne diyar agir bi otombîlekê ket û agir belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê û tîmên tendirustiyê bo cihê agir hatin şandin.

Di encam de yek jê otomobîla polîsan 5 otomobîl û motorsîkletek şewitîn. Agir ji aliyê tîmên agir vemirandinê ve hat vemirandin.