Optimar: Tenê 5 partiyên siyasî benda hilbijartinê derbas dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya herî dawî ya Kompanya Lêkolînan ya Optimarê tenê 5 partiyên siyasî benda hilbijartinan derbas dikin ku ji %7 e û ferqa dengên AKPê û CHPê jî ji %11e ye.

Kompanya Lêkolînan ya Optimarê encamê rapirsiya xwe ya li ser hilbijartinan ku di navbera 12 û 15ê Tebaxa 2022ê de li seranserî Tirkiyê ligel 2 hezar kesan pêk anîye eşkere kir.

Li gor rapirsiya herî dawî rêjeya dengên partiyên siyasî yên Tirkiyê wiha ne:

AKP %37.2

CHP %26

IYI Partî %10

HDP %9.9

MHP %9.5

Partiya Zafer %1.5

DEVA %1

Partiya Paşerojê %0.6

Li gor heman rapirsiyê di hilbijartinên Serokkomariyê de rêjeya dengên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û siyasetvanên ku egera wê heye bibin berbijêr jî wiha ye:

Recep Tayyip Erdogan %36.48

Mansur Yavaş %14.67

Kemal Kiliçdaroglu %14.57

Selahattin Demirtaş %9.52

Devlet Bahçeli %8.30

Meral Akşener %7.62

Ekrem Imamoglu %3.73