Stoltenberg û Erdogan geşedanên li Rûsyayê û endamtiya Swêdê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, îro bi telefonê axivîn.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê ragihand, Recep Tayyip Erdogan û Jens Stoltenberg îro Yekşemê 25ê Hezîranê bi telofonê axivîne û geşedanên dawî yên li Rûsyayê û endamtiya NATOyê ya Swêdê gotûbêj kirine.

Erdogan di hevdîtinê de bo endamtiya Swêdê de ragihandiye, helwesta Tirkiyê erênî ye, lê heta ku alîgirên PKKê li Swêdê bi hêsanî çalakiyan bikin ti wateya guhertina yasayan ji aliyê Swêdê ve nîne.

Di hevdîtinê da behsa balafirên F-35an û daxwaza Tirkiyê ya balafirên F-16an hat kirin û Erdogan gotiye:  “Di vê mijarê de daxwazên Tirkiyê bi hewldanên endamtiya Swêdê re tên girêdan. Ev ne ji bo Tirkiyê, ji bo ewlehiya NATOyê zirar e.”