Nirxê gaza otomobîlan dê were zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî nirxê sotemeniyê jî her ku diçe zêde dibe û ji roja Duşemê û pê ve nirxê gaza otomobîlan (LPG) 66 kuruş tê zêdekirin.

Li gor çavkaniyên nûnerên sektora sotemeniyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji roja Duşemê 26ê Hezîrana 2023an û pê ve nirxê LPGê bi zêdebûna 66 kuruşan dê derkeve 10 lîre û 77 kuruşan.

Piştî vê zêdebûnê nirxê LPGê li Stenbolê 10 lîre û 59 kuruş, li Enqerê 10 lîre 77 kuruş û li Izmirê jî dibe 10 lîre û 66 kuruş.

Piştî hilbijartinên 28ê Gulanê nirxê motorînê jî bi giştî 4 lîre û 40 kuruş û nirxê benzînê jî 3 lîre û 40 kuruş hatibû zêdekirin.