Muharrem Înce pîrozbayî li Erdogan kir

Navenda Nûçeyan – Berbijêrê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê bo posta serokomariya Tirkiyê, Muharrem Înce serkevtina berbijêrê AK Partiyê, Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinên 24ê Hezîranê de qebûl kir û pîrozbayî li wî kir.

 

Muharrem înce îro Duşemî 25ê Hezîranê, di pêwendiyeke telefonî de ji ber serkevtina wî di hilbijartinên 24ê Hezîranê de û hilbijartina wî weke serokomarê nû yê Tirkiyê, pîrozbayî li Recep Tayyip Erdogan kir.

 

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên Tirkiyê, Erdogan bi bidestxistina %52.38ê dengan karî di gera yekem a hilbijartinan de serbikeve û weke serokomarê nû yê Tirkiyê hate hilbiajrtin.

 

Berbijarê CHPê, Muharrem Înce jî ku weke rikeberê sereke yê Erdogan dihat dîtin, di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de, %30.79ê dengan bi dest xist.

 

Herwiha berbijarê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş jî bi bidestxistina %8.32ê dengan di pileyam sêyem de cih girt.

 

Berbijêra Partiya Baş (ÎYÎ Partî), Meral Akşener jî tenê %7.29ê dengan bi dest xist.

 

Duh Yekşemî 24ê Hezîranê her du hilbijartinên serokatî û parlemanî yên Tirkiyê bi hev re hatin lidarxistin û di nava partiyan de AK Partî bi %42.56ê dengan zêdetirîn rêjeya dengan û di nava berbijarên serokomariyê de jî Recep Tayyip Erdogan bi %52.59ê dengan zêdetirîn rêjeya dengan bi dest xistin.

 

Herwiha di hilbiajrtinên parlamentoyê de, CHPê %22.64, HDPê %11.7, MHP, %11.1, ÎYÎ Partî %9.95 û Partiya Seadetê %1.35ê dengan bi dest xistin.