Erdogan bû yekemîn serokomarê sîstema nû

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên yekemîn ên hilbijartinên 24ê Hezîranê yên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan zêdetirî %52yê dengan bidest xist û bû serokomarê sîstema nû ya hikûmeta Tirkiyê.

 

Di van hilbijartinan de namzedê CHPê Muharrem Înce %30.6, namzedê HDPê Selahattîn Demirtaş % 8.3, namzeda İYİ Partî Meral Akşener jî % 7,3ê dengan bidest xist.

 

Piştî van encaman Tirkiye derbasî sîstema nû ya “Hikûmeta Serokomariyê”, ku li wî welatî ji sala 1923ê ve sîstema parlamenteriyê serwer e.

 

Bi referandûma sala 2017ê de ew merc rabû, ku serokomar nikare bibe serok an jî endamê partiyekî.

 

Guhertinên sîstema nû

 

Piştî van hilbijartinan li Komara Tirkiyê kursiya serokwezîr namîne.

 

Li gorî sîstema nû êdî Serokomar dê bibe serokê hikûmet û rêveberiya welat. Herwiha dê serokomar bixwe kabîneya wezîran û alîkarên xwe destnîşan bike. Parlamento jî ku ji 600 parlamenteran pêk tê, dê erkê yasadanînê pêk bîne.

 

Di sîstema nû de hejmara wezaretan ji 26an dakeve 16. Li gor vê yekê, Wezareta Malbat û Karûbarên Civakî û Wezareta Kar û Ewlekariya Karên Civakî dê bibin yek.

 

Wezareta Zanist, Pîşesazî û Tekonolojiyê jî ligel Wezareta Geşedanê bibin yek û navê wê wezaretê dê bibe Wezareta Pîesazî û Teknolojiyê.

 

Wezareta Gumrigê dê tevlî Wezareta Aborî bibe. Herwiha Wezareta Çandinî û Ajaldariyê jî dê li gel Wezareta Daristan û Karûbarên Avê jî bibin yek wezaret.

 

Wezareta Karûbarên yekîtiya Ewropayê jî dê karên xwe li gel Wezareta Derve bike yek û herdu wezaret bi navê Wezareta Derve karûbarên xwe birêbixin.

 

Biryarnameyên serokomar

 

Di sîstema berê de ji bo guhertineke yasayî, pêwîstî bi dengdana parlamentoyê, erêkirina kabîneya wezîran hebû.

 

Lê di sîstema nû de êdî parlamento na lê dê serokomar biryarnameyan derbixe. Serokomar dikare biryarnameyan ji bo ji nû ve gotûbêjkirinê bişîne parlamentoyê.

 

Li gorî sîstema nû, bi îmzeya 360 parlamenteran parlamento dikare derbarê serokomar û alîkarên wî de doz veke û wan bide Dadgeha Destûra Bingehîn. Lê li gorî yasayên nû, serokomar bixwe 12 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn destnîşan dike, ku ev deste ji 15 endaman pêk tê.

 

Piştî sererastkirinên nû, bi dengê nîvê parlamentoyê êdî nikarin derbarê wezîr an jî rêveberên welat de pirsyarname werin pêşkeşkirin.  

 

Aborî jî di destê serokomar de ye

 

Di sîstema nû de kabîneya wezîran bûdceya sale ya wezaretan bi serpereştiya wezareta darayî destnîşan dikir û paşî reşnivîsa bûdceyê di parlamentoyê de dihate gotûbêjkirin.

 

Li gorî yasayên sîstema nû, êdî serokomar bixwe ligel kabîneyê bûdceyê amade dike û ji bo pesendkirinê jî pêşkeşî parlamentoyê nake.

 

Yek ji xala balkêş a vê sîstemê ew e, ku kesek 2 caran ser hev dikare ji bo 5 salan bibe serokomar lê eger parlamento biryara hilbijartinên pêşwext bide, serokomar dikare dîsa xwe bike namzed. Wate, serokomarek dikare 3 caran ser hev, anku 15 salan bibe serokomar.

 

Herwiha serokomar bixwe êdî dê biryara ragihandina Rewşa Awarte bide, ku berê ev yek di destê Konseya Ewlekariya Nîştîmanî de bû.

 

Di sîstema nû de 9 deste hene

 

Di sîstema nû de 9 desteyên bi navê; Desteya Siyaseta Rêveberiyên Herêmî, Desteya Siyaseta Civakî, Desteya Siyaseta Tendirûstî û Xurekan, Desteya Siyaseta Çand û Hunerê, Desteya Siyaseta Hiqûqî, Desteya Siyaseta Derve û Ewlekariyê, Desteya Siyaseta Aboriyê, Desteya Siyaseta Perwerde û Hîndekariyê û Desteya Siyaseta Teknolojî û Nûjeniyê dê werin avakirin.

 

4 ofîsên serokomariyê

 

Di sîstema nû ya serokomariyê de dê 4 ofîs werin avakirin, ku ev navend dê rastûrast li gel serokomar kar bikin.

 

Ofîsa Fînans, Ofîsa Çavkaniyên Mirovî, Ofîsa Veguherîna Dijîtalî û Ofîsa Veberhênanê dê bi armanca mifagirtina ji çavkaniyên mirovî, bi riya teknolojiyê hêsankirina jiyana civakê, zêdekirna kalîteya xizmetên civakî û herwiha zêdekirna çavkaniyên hilberînê kar bikin.