Dayikên Şemiyê di hefteya 1000emîn de li Meydana Galatasaryê kom bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê di hefteya 1000emîn a çalakiya xwe de li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê hatin cem hev

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ku di dema binçavkirinê de hatibûn winakirin û kuştin bipirsin û kiryar bên darizandin ji 27ê Gulana 1995an ve li Meydana Galatasarayê têkoşîna xwe berdewam dikin.

Dayikên Şemiyê ji bo 1000emîn hefteya çalakiya xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha bang kiribûn:

“Di hefteya me ya 1000emîn de li cihê ku tu lê yî tu jî qerenfîlekê deyne Meydana Galatasarayê!”

Meydana Galatasarayê di hefteya 700emîn a çalakiya 2018an de bi bariyerên polîsan hatibû girtin.

Ji bo çalakiya hefteya 1000emîn a Dayikên Şemiyê, bariyerên ku li derdora Meydana Galatasarayê hatibûn danîn ji aliyê polîsan ve hatin rakirin.

Bi rakirina bariyeran re Dayikên Şemiyên û parêzvanên mafên mirovan derbasî meydanê bûn.

Di çalakiya hefteya 1000emîn de Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengiz Çiçek, Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari jî beşdar dibin.

Kesên ku hatin qadên pêşmalkên ku li ser wan “Dayikên Şemiyê” hatibû nivîsîn li xwe kirin.

Dayikên Şemiyê rûbereke reş li qadê raxist û li ser rûberê tevî nivîsa "1000 hefte" û wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin hatin danîn danîn.