Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand ku wan di civîna xwe ya ligel şandên welatên Swêd û Fînlandiyayê de nîgeranî û daxwazên Tirkiyê yên ewlehiyê bi berfirehî anîne rojevê û got:” Me ji muxatabên xwe re bi zelalî û eşkere got ku ti ferqek di navbera PKK, PYD û YPGê de nîne û ti wateya cudahiya ku di navbera van de tê kirin li cem me nîne.”
Şandên Swêd û Fînlandiyayê ku di çarçoveya razîkirina Tirkiyê di endamtiya welatên xwe bo NATOyê de bi serdanek fermî li Tirkiyê bûn, îro 25ê Gulana 2022ê li Kuliyeya Serokkomariya Tirkiyê ya li Enqereya peytext, ligel şanda Tirkiyê civiyan.
Şandên herdû welatan ji Berpirsê Ofîsa Serokwezîrê Swêdê Oscar Stenstrom û Şêwirmendê mezin ê Wezareta Derve ya Fînlandayê Jukka Salovaara pêk dihatin û şanda Tirkiyê jî ji berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî sedat Onal pêkdihat.
Civînê di demjimêr 13.15ê de destpêkir û derdora 5 demjimêran berdewam kir.
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin piştî civînê, civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê naveroka civînê de axivî.
Kalin amaje bi wê yekê da ku wan di civîna ligel şandên Swêd û Fînlandiyayê de nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê bi berfirehî gotûbêjkirine û got “Me anî ziman ku divê ew welatên nû ku dixwazin bibin endam, nîgeraniyên ewlehiyê yên welatên endam liber çav bigirin û wan nîgeraniyan nehêlin.”
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê ragihand, ku wan daxwazên xwe pêşkêşî şandên Swêd û Fînlandiyayê kirine û tekez kir ew dê li gor bersiva wan daxwazan biryarê li ser proseya endamtiya wan welatan a bo NATOyê bidin.
Îbrahîm Kalin got “Me di civînê de bi zelalî anî ziman eger nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê bi pêngavên şênber neyên nehiştin prose pêşvenaçe.”
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin wiha axivî “Me bi muxatabên xwe re derbarê wê qada ewlehiyê ya nû ku piştî şerê Ukraynayê çêbûye û endamatiya wan a bo NATOyê û di vê çarçoveyê de jî nîgeranî û daxwazên Tirkiyê yên ewlehiyê ku serokkomarê me anîne rojevê bi berfirehî gotûbêj kirin. Ez bi kurtî peyamên ku me dane wan ji we re bibêjim. Di serî de NATO hevpeymaniyeke ewlehiyê ye û ne rêxistineke hevkariya aborî û tişteke din e.
Di navenda wê de ewlehî heye. Ji ber vê yekê jî mijara sereke ya hevpeymaniyê ew e ku nîgeraniyên ewlehiyê yên welatên endam bi wekhevî û dadmendî bên li ber çav girtin. Me anî ziman ku divê ew welatên nû ku dixwazin bibin endam, nîgeraniyên ewlehiyê yên welatên endam liber çav bigirin û wan nîgeraniyan nehêlin û ji bo nehiştina her gefeke terorê ya li dijî wan welatan pêngavan biavêjin.
Eger em bên li ser mijara Tirkiyê, nîgeraniyên ewklehiyê yên Tirkiyê derbarê rêxistinên terorî yên wek PKK, PYD, YPG, DHKPC û rêxistina terorî ya FETOyê de ne ku dijî Tirkiyê têkoşîna terorî dikin û bi taybet li welatên Ewropayê û hinek welatên ednamên NATOyê û li Swêd û Fînlandiyayê hene ku ew welat niha di rojeva me de ne. Me ji muxatabên xwe re bi zelalî û eşkere got ku ti ferqek di navbera PKK, PYD û YPGê de nîne û ti wateya cudahiya ku di navbera van de tê kirin li cem me nîne.”
Swêd û Fînlandiya dixwazin bibin endamên Hevpeymeaniya NATOyê û ji bo vê yekê jî erêkirina Tirkiyê pêwîst e. Lê Tirkiyê berî niha daxwaza wan herdû welatan li gor ku ew dibêjin bi hinceta alîkarîkirina rêxistinên terorî veto kiribû. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî Swêd û Finlandayê bi hevkarîkirin û piştîvanîkirina PKK û Cemaeta Gulen tohmetbar dike.
NATO sala 1949an li Washington DC bi armanca pêkanîna hevahengiyê di berevanîkirina welatên endam de hat damezrandin û niha 30 welat endamên wê hevpeymaniyê ne. Tirkiye sala 1952an bû endamê wê hevpeymaniyê û ji bo zêdebûna her endamekê wê pêwîstî bi erêkirina hemû endaman heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse