Erdogan: Me berî êrişê agahî da Amerîka û Rûsyayê

Navenda Nûçeyan - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, wan berî bombebaranên îro yên li Çiyayê Şingalê û Çiyayê Qereçoxê, Amerîka, Rûsya û Herêma Kurdistanê agahdar kirine.

 

Recep Tayyip Erdogan di çavpêkevtineke li gel Ajansa Reutersê de amaje bi êrişên esmanî yên firokeyên şer ên Tirkiyê bo ser devera Şingalê li Başûrê Kurdistanê û navçeya Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, ku wan li dijî terorê ew operasyon pêk aniye.

 

Erdogan da xuyakirin, ku wan berî destpêkirina êrişên ji bo lêdana PKKê, agahî daye aliyên pêwendîdar û got, me li ser êrişên îro yên li Çiyayê Şingalê û Çiyayê Qereçoxê, Rûsya û Amerîka agahdar kir.

 

Erdogan herwiha îdia kir, ku wan li ser êrişan agahî dane Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî.

 

Erdogan destnîşan kir, Li Şingalê nêzîkî 2000 çekdarên PKKê hene û diyar kir, Tirkiye rê nade ku Şingal bibe Qendîla Duyem û baregeha PKKê.

 

Serokomarê Tirkiyê amaje bi şehîdbûna pêşmergeyan di vê êrişê de jî kir û got: “Tişta ku li Şingalê çê bû, bi ti awayî li hember Pêşmerge nebû, me jî bisîtiye ku 5 pêşmerge canê xwe ji dest dane, lê ev yek ev tişt nebû ku em bixwazin.”

 

Recep Tayyip Erdogan tekez kir, ku “ev operasyon bi ti awayî li dijî Pêşmerge nebû” û got, ew ji ber jiyan ji dest dana pêşmergeyan xemgîn in.

 

Erdogan wiha axivî: “Me bihîst ku 5-6 pêşmergeyan di operasyonê de canê xwe ji dest dane, me ev yek arzû nedikir (nedixwast). Çêbûna vê yekê zêdebarî agahdarkirinê, em xemgîn kirin.”

 

Erdogan herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku operasyonên wan dê li Şingalê û bakurê Sûriyê berdewam bin.

 

Firokeyên cengî yên Tirkiyê îro sêşemî Çiyayê Şingalê bombebaran kirin û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn û şervanekî jiyana xwe ji dest dan. Hewiha 9 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bûn.

 

Herwiha firokeyên Tirkiyê Çiyayê Qereçoxê li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya YPGê, di encama vê bombebaranê de jî, 20 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û 18 şervan jî birîndar bûn.