Hasan Cemal û Ozturk Turkdogan ji Partiya Çep a Kesk bûn berbijêr

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Komeleya Mafên Mirov Ozturk Turkdogan û nivîskarê navdar ê Tirk Hasan Cemal ji Partiya Çep a Kesk, ku dê HDP di bin banê wê de beşdarî hilbijartinê bibe, bûn berbijêrê parlamenteriyê.

Pêvajoya serlêdana berbijêriya parlamenteriyê ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê çend rojên din bi dawî dibe.

Li gor medyaya Tirkiyê, Hevseroka HDPê Pervin Buldan ji nivîskarê navdar Hasan Cemal daxwaz kiriye, ku ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bibe berbijêrê parlamenteriyê û Hasan Cemal jî qebûl kiriye. Cemal jî li ser hesabê xwe yê Twitterê, nûçeya derbarê berbijêriya xwe de parve kir.

Herwiha Hevserokê Komeleya Mafên Mirov Ozturk Turkdogan jî ji Partiya Çep a Kesk bû berbijêrê parlamenteriyê.

HDPê ji ber metirsiya girtinê biryar da ku di bin navê Partiya Çep a Kesk de beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bibe. Doza girtina HDPê li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê berdewam e û dê roja 11ê Nîsanê rûniştina dozê birêve biçe û HDP bi devkî parastina xwe bike. Piştre jî dê dadgeh rojekê diyar bike û biryara xwe eşkere bike.