Erdogan li cem Obama li Fethullah Gulen gilî dike

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku serokê Amerîka Barak Obama bi telefonê li ser mijarên di rojeva Tirkiyê û têkiliyên her du welatan de pêre axifiye.

Erdogan duh di hevdîtina xwe bi parlementerên partiya AKPê re li parlamentoyê de diyar kir ku wî di axaftina xwe ya bi telefonê ji Obama re gotiye ku hemwelatiyê Tirkiyê yê li Amerîka rûniştiye û gelek tevlîheviyan di Tirkiyê de çêdike, wek amajeyekê bo Fethullah Gulen.

Erdogan herwiha got “Obama bersiveke erênî da, lê hinek agahî derbarê qanûnên Desteya Bilind a Dadgeh û Dozgeran (HSYK) û internetê de xwestibûn, min jî jê re naveroka wan qanûnan aşkere kiriye û emê bi van qanûnan azadiya mirovan bêtir biparêzin”.

Fethula Gulen ku rêberê cemaatê ye ji sala 1999an de Ii Amerîka dijî û wîlayeta Pansilvaniya niştecî bûye.

Di 17ê kanûna 2013an de bi operasyonên ku bi navê gendeliyê tên naskirin, şerê navbera cemaatê û hikûmeta AKPê destpêkir û heta niha jî karvedanên wê didomin.