Sezgîn Tanrikulu: Qeyûm talan û gendeliyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu got, “Qeyûm destdanîna ser îradeya gel e û qeyûm gendeliyê dikin.”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê kiryarên qeyûman de axivî.

"Kîjan dozgerê komarê dikare cesaret bike û derbarê wan de lêpirsînê bide destpêkirin?"

Tanrikulu di axaftina xwe de bal kişand ser gendeliyên qeyûman û wiha got:

“Di sê sernavan de talan heye parlamenterên birêz. Ji ber ku ev talan bûye karekî pratîk ê Partiya Dad û Geşepêdanê ,deng dernakeve.

Ez dibêjim sê sernav hevalno: Yek firotina milkan, ya din kiryarên avadankirinê ango erdên ku ji avadankirinê re tên vekirin û guhertinên avadankirinê, ya sêyem jî di kirîna kelûpel û xizmetan de kiryarên qeyûman hemû gendelî ne.

Hevalekî şaredar jî li vê derê ye. Binêrin ez dê îlanekê nîşan bidim.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berî du rojan daliqandiye ev guhertina avadankirinê, binêrin li vê derê rê heye lê tevî ku îlan hîn nehatiye daxistin rê hatiye rakirin û ranteke bi milyaran ji bo xwediyê milk hatiye pêşkêşkirin.

Qeyûm kî ne, qeymeqam û parêzgar in. Kijan dozgerê komarê dikare cesaret bike û derbarê wan de lêpirsînê bide destpêkirin?

Ez ji we dipirsim kîjan dikare? Bawer bikin ranteke bi milyonan lîre heye.”