Şandeke ji 7 welatên Ewropayê bo Ocalan li Enqerê ne

Enqere (Rûdaw) - Şandek parêzer û mafnasan ji 7 welatên Ewropaye li Enqerê di derbarê tecrîda li ser rêberê PKK Abdullah Ocalan seredana çend sazî û komeleyan kirin. Şanda parêzer û mafnasan biryar e seredana Amed û Stenbolê jî bikin.

Kar û çalakiyên HDP li dijî tecrîda li ser rêberê PKK Abdullah Ocalan berdewam in. Çandeke HDP li ber derê wezareta Dadê ya Tirkiyê çalakiya nobeta edalete dimeşînin.

Parlementerê HDPê Bedran Ozturk got “24 sal in tecrîda li ser birêz Ocalan bi giranî tê meşandin û nêzîkî 2 sal in ti agahî li ser wî nînin.”

Li aliye din şandeke parêzer û mafnasan jî Ewropaye seredana Enqerê kirin û di mijara tecrîde de piştgiriya xwe ji HDPê re diyar kirin

Parêzer û berdevkê şandê Geard Stand  “Me berî niha dizanî ku Dadgeh Mafên Mirovan a Ewropayê ragihand ku tiştê ne asayî heye. Hestê me ya yekem ev e ku divê em bizanibin ku Dadgeha Mafên Mirovan Ewropayê şaş e. Bi rastî min niha tiştên nû zanîne berî ku ez derbasî civina bê bibim.”

Ji HDP jî Berpirsên komîsyona hiqûq û mafê mirovan bi şandê re seredana saziyan dikin.

Berpirsê komisyona HDPê ya hiquq û mafê mirovan Serhat Eren dibêje “Şand ji 7 welatan pêk tê, tewahiya wan parêzer in. Dixwazin di derbarê tecrîda li ser Ocalan bi saziyan re hevditinan bikin. Dixwazin bi malbatê re bi parêzeran re hevditinan bikin u sedema tecridê bizanin.”

Parêzer û mafnasan ji 7 welatên Ewropaye 36 kesan pêk tê. Şand  heman demê dê seredana Amed û Stanbolê jî bike.