Çavên CHP û AK Partiyê li Şaredariya Stenbolê ne: ‘Em dê derî bi derî bigerin’

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku dîroka hilbijartinên xwecihî nêzîk dibe aliyên siyasî ji bo bajarên mezin zend û bendên xwe ba didin. Ji niha ve rikeberiya ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê dest pê kiriye.

Çavên partiya deshilatê AK Partiyê û partiya mixalefetê CHPyê li ser Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê ne ku niha di destê CHPyê de ye.

Serokê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh di bernameyeke taybet a bi navê “Li Stenbolê Bernameya Veguherîna Sedsalê” de axivî.

Erdogan bêyî ku bi nav bike, rexne li Şaredarê niha yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu girtin û ew bi xizmetnekirina xelkê tohmetbar kir.

Erdogan herwiha diyar kir ku di demek nêzîk de dê navê berbijêrê xwe yê Şaredariya Stenbolê eşkere bike.

“Em dê derî bi derî bigerin”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Çiqas ma! Hemû sê meh û nîv man. Rêveber, rêxistina jinan û rêxistina ciwanan hûn amade ne em bi hev re bimeşin?

Di van sê meh û nîvan de bi şev û roj, bi awayekî dilnizm em dê derî bi derî bigerin, em dê careke din bibêjin Stenbol?”

Hêjmara nişteciyên Stenbolê 15 milyon 907 hezar 951 kes e.

Stenbol wek dilê aboriya Tirkiyeyê û navenda geştyariyê ya wî welatî ye.

Di heman demê de pira di navbera parzemînên Asya û Ewropayê de ye û xwedî girîngiyeke taybet e.

Kî Stenbolê bi dest bixe destê wî bihêz dibe û her kes ketiye nava hesaban ku vî bajarî bi dest bixe.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî heman rojê di bernameyeke şaredariyê ya bi navê “Stenbol Tê Nûkirin” de axivî û rexne li partiya deshilatê girtin.

Îmamoglu diyar kir ku ew tenê di dema hilbijartinan de behsa projeyên avahîsaziyê dikin.

“Em dê erka xwe berdewam bikin”

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu anî ziman:

“Li her cihî nivîsîne Îstanbul, Îstanbul, yê nizane Îstanbul li Patagonyayê cihek e. Îstanbul a me hemûyan e. Li Îstanbulê jî şaredar heye. Me rojekê got maseya we cuda ye maseya me cuda ye? Em nabêjin.

Şaredariya Stenbolê ya kê ye? Ya xelkê ye, ya 16 milyon kesî ye, bi hilbijartinê tê û sibe jî diçe. Ez wê yekê jî bibêjim vê dewrê jî niyeta me ya çûyînê nîne.

Vê dewrê jî bi saya Xwedê em dê bi awayekî bi coştir erka xwe berdewam bikin.”

Di hilbijartinên 2019an de ji bo Şaredariya Stenbolê rikeberiyeke dijwar di navbera her du partiyan de hebû.

Di hilbijartinan de berbijêrê CHPyê bi ser ket lê Desteya Bilind a Hilbijartinan bi hinceta ku sextekarî hatiye kirin biryar da ku hilbijartin werin dubarekirin.

Cara duwem jî bi piştgiriya ne rasterast a HDPyê berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamoglu li hemberî berbijêrê AK Partiyê Binalî Yildirim bi ser ket.

Di hilbijartinên 2024an de jî dê rikeberiyeke dijwar di navbera berbijêrê her du aliyan de hebe.