Li Tirkiyê mal û milkê 770 kesan hat ragirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê, bi biryara Wezareta Navxwe û Wezareta Xezîneyê mal û milkê 770 kesan û weqfekê hat ragirtin. Birayê Demîrtaş jî di wê lîsteyê de cih digire.

Li Tirkiyê bi biryara Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu û Wezîrê Xezîneyê Nurettin Nebati bi hinceta endamtiya “PKKê, Cemaeta Gulen, DHKP-C, MKP, DEV-KAR, THKP-C, MLKP, Hîzbullah, DAIŞ, El Qaîde, El Nusra, Rêxistina Tevgera Îslamî û Artêşa Qudusê” mal û milkê 770 kesan û weqfeke ser bi Cemaeta Gulen ve hat ragirtin.

Di lîsteya kesên mal û milkê wan hat ragirtin de birayê Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Nurettîn Demîrtaş jî cih girt.

Herwiha dozgerê Doza Ergenekonê Zekeriya Oz û Adil Oksuzê bi pêkanîna derbeya 15 Tîrmeha 2016an tê tohmetberkirin jî di lîsteyê de cih girtin.

Mal û milkê Weqfa Niagara ya navenda wê li Amerîkayê ye, bi hinceta ser bi Cemaeta Gulen ve ye, hat ragirtin.