DISK: Li dijî hejariyê em derdikevin kolanan

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ya Tirkiyê (DISK) ragihand ku roja Pêncşemê 25ê Mijdara 2021ê li hemû parêzgehan bi girseyî civînên çapemeniyê dê bên sazkirin.

DISKê îro Çarşemê 24ê Mijdara 2021ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dê dijî giranbûna debara jiyanê û hejariyê li hemû kargehan belavok bên belav kirin û sibe jî li hemû parêzgehan bi girseyî civînên çapemeniyê bên sazkirin.

DISKê bang li hemû rêxistinên karkeran kir ku bi hemû rê û rêbazên demokratîk û bi hevre têbikoşin û got: “Banga me di serî de bo Turk-Iş, Hak-Iş û Konfederasyonên din ên karkeran, hemû rêxistin û hêzên ked û demokrasiyê ye ku bo parastina ked û debara xwe û welatê xwe bikaranîna hêza ji hilberînê jî tê di nav de bi hemû rê û rêbazên demokratîk û bi hevre têbikoşin.”

Seroka Giştî yê DISKê Arzu Çerkezoglu amaje bi wê yekê da ku yên Tirkiyê birêve dibin dibêjin `we çi ji diravên biyanî ye` û got: “Henekê xwe bi aqilê me nekin. Em lîreyê Tirkî qezenc dikin lê dema nirxê lîre li beramberî dolar dadikeve ji derziyê bigre her tişt giran dibe. Her roj dema nirxê lîreyê Tirkî dadikeve  em jî hejar û feqîr dibin."

Çerkezoglu derbarê mûçeyê kêmane de jî diyar kir ku rewşa heyî bo kedkaran êdî na qede û got: “Li Ewropayê welatê ku mûçeyê kêmane herî kêm e piştî Arnavutlukê Tirkiyê bû. Lê wan kesên ku pirtûka aboriyê nivîsandin ev jî guhertin û êdî Tirkiye di rêza yekemîn de ye."

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ya Tirkiyê (DISK) 19ê Mijdara 2021ê derbarê pêşniyara mûçeyê kêmane yê sala 2022ê de daxuyaniyek dabû û gotibû divê mûçeyê kêmane wek 5 hezar û 200 lîreyê Tirkî bê diyar kirin.