Nîqaşên li ser berbijêriya Kiliçdaroglu bo posta serokkomariyê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Nîqaşên li ser berbijêriya serokê gişt yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bo posta Serokkomariya Tirkiyê zêde bûne. Kiliçdaroglu bang li alîgir û berpirsên partiya xwe kir û daxwaza piştevaniyê li wan kir. Li ser vê bangê berpirs û endamên CHPê yek bi yek li ser hesabên xwe yên medyayê peyamên piştgiriyê bo serokê partiya xwe belav kirin. Herwiha beşek ji berpirsên ÎYÎ Partiyê jî ku ligel CHPê di nav hevpeymaniya Millet de ne, li ser hesabên xwe yên medya civakî peyamên derbarê berbijêriya Meral Akşener de belav kirin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got "Em dê rizgariyê bihevre  bo gelê xwe bînin ku têhiniyê  rastî, edalet û azadiyê ye. Lê êdî divê ez jî vê bizanim. Hûn bi rastî ligel min in? Dengê hinek ji we dernakeve. Ez dibînim ku hinek ji we bi daxwaza xwe yan jî bêyî daxwaza xwe zererê didin. Lê êdî biryarê biryarê bidin, em dê van dijminên rastiyê bihev re têk bibin yan na?"

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu Roja Înê ji keleha partiya xwe li Îzmîrê bi vî awayî bang li alîgir û berpirsên partiya xwe kir û daxwaza piştevaniyê ji wan kir. Li ser vê banga Kiliçdaroglu berpirs û  navên diyar ên CHPê ku eger heye bibin berbijêrê wê partiyê bo serokkomariyê yek bi yek li ser hesabên xwe yên medya civakî peyamên piştgiriyê bo serokê partiya xwe belav kirin.

Ev jî di nav medyayayên Tirkiyê de weke amajeyekê bo berbijêriya hevbeş ya  Kemal Kiliçdaroglu hat dîtin û  di heman rojê têkildarî mijarê pirs ji Serokkomarê Tirkiyê jî  hat kirin ku di hilbijartinên bê de berbijêrê wê postê yê  Hevpeymaniya Cumhur e.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erodgan dibêje "Hevalno ev ne derdê me ye. Ev derdê wan e. Çima derdê wan me aciz bike? Em li karê xwe dinêrin. Niha jî hevpeymaniya Cumhur li ser vê mijarê bi pêdagirî li ser rêya xwe berdewam e. Ew jî bê biryar li ser rêya xwe dimeşin. Ferqa di navbera me de ev e."

Piştî banga Kiliçdaroglu beşek ji berpirsên ÎYÎ Partiyê jî ku ligel CHPê di nav hevpeymaniya Millet de ye  li ser hesabên xwe yên medya civakî peyamên derbarê berbijêriya Meral Akşener de belav kirin. Şêwirmendê Seroka ÎYÎ Partiyê û Endamê Desteya Damezrîner yê wê partiyê Zekaî Kaya got: "Berbijêra min a Serokkomar birêz Seroka min a giştî Meral Akşener e. Tabuta wî li erdê bimîne yê ku wefayê jibîr bike."

Şêwirmendê Seroka Giştî û Endamê Desteya Damezrîner yê ÎYÎ Partiyê Zekaî Kaya diyar kir "Berbijêra min a Serokkomar birêz Seroka min a giştî Meral Akşener e. Tabuta wî li erdê bimîne yê ku wefayê jibîr bike."

Ev nîqaşên li ser berbijêriya Kiliçdaroglu di demekê de ne, CHP ligel 5 partiyên opozîsyonê bo hilbijartinên Hezîrana 2023ê yên  Tirkiyê di nav hevahengiyê de ye û biryar e ew partî bi yek berbijêrê hevbeş bo postê serokkomariyê beşdarî hilbijartinan bibin. Niha bo van hilbijartinên girîng ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî çav li ser maseya 6 partiyan e ka dê li ser kîjan nav biryarek hevbeş  bê dayîn.