Piştî 86 salan îro yekem nimêj li Ayasofya hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî 86 salan îro Înê 24ê Tîrmehê bo yekemîn car li Ayasofyayê nimêj tê kirin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hejmarek berprisên hikûmetê û partiyên siyasî di nimêja li Ayasofya de amade bûn.
Li ser biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyê, îro piştî 86 salan yekemîn nimêja misilmanan li Ayasofyayê hat kirin. Ji sala 1934an ve ku bi biryara civata wezîran a wê demê ya Tirkiyê, Ayasofya bibû muzexane, deriyê wê cihê dîrokî li ser îbadetê hatibû girtin.
Bi hezaran kes li hewş û derdora Ayasofyayê kom bûn û sicadê xwe raxistin û beşdarî di nimêja Îniyê ya li Ayasofya de kirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Karûbarên Olî yê Tirkiyê Ali Erbaş tevî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di nimêja îro ya li Ayasofyayê de beşdar bûn.
Herwiha Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Cîgirê Erdogan, Fuad Oktay, Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak û hejmarek berpirsên serbazî û hikûmî yên din di nimêja Ayasofya de hevrêtiya Erdogan kirin.
Îro ji banga sibê ve bo yekemîn car piştî 86 salan, welatiyên misilman ên li bajarê Stenbolê berê xwe dan Ayasofyayê daku di yekemîn nimêja li wî cihê dîrokî amade bibin.
Hêzên ewlehiyê û tîmên tendirustiyê yên Tirkiyê li ser rêyên ber bi Ayasofyayê ve kontrola xelkê dikirin û di çarçoveya tedbîrên ji bo rûbirûbûna koronayê de, destê xelkê dezenfekte dikirin û mask û lepikan didan wan.
Bi hezaran kes ji bawerdarên misilman xwe gihandin hews û derdora Ayasofyayê.
Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyê ji bo beşdariya di nimêja îro ya li Ayasofyayê de, vexwandina taybet ji 500 kesan re şandibû.
Ji bo parastina kelûpelên nav Ayasofyayê, hikûmeta Tirkiyê dibêje ku hin tedbîr wergirtine.
Rêveberê Navenda Kultur û Turîzmê ya Stenbolê, Coşkun Yilmaz derbarê wê yekê de ji Anadoluyê re ragihandiye: “Kar berdewam in daku li nav Ayasofya, hinek tişt bên veşartin ku di dema nimêjê de nabe li ber çavê xelkê bin. Em bi teknîkeke taybet kar dikin bo veşartina nasnameya hinek ji wan tiştên ku di nav Ayasofyayê de hene. Em ti karekî nakin ku zerarê bide Ayasofya û kelûpelên nav. Ayasofya tenê di dema nimêjê de tê vekirin û di demên din de tê girtin. Me hesabê hestyariya mijarê bo Misilmanan kiriye.”
Roja 10ê Tîrmehê Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara xwe ya derbarê Ayasofyayê de aşkere kiribû û rê li ber îbadeta misilmanan li wê dêr-mizgefa dîrokî vekiribû, ku ji sala 1934an ve bi biryara civata wezîran a serdemê Ataturk bibû muzexane.
Dadgeha Bilind a Tirkiyê di biryara xwe de ragihandibû, “li gor seneda Weqfê, ji bilî statuya mizgeftê bikaranîn û taybetmendkirina wê ji bo her armanceke din ji aliyê hiqûqî ve ne mumkin e.”
Ayasofya sala 537an di sedema Imparatoriya Bizans de weke Dêra Patriyarkiya Ortuduks a Yunanî hatiye avakirin. Osmaniyan di sala 1453 de Stenbol girtin û Dêra Ayasofya guhertin û kirin mizgeft.
Ayasofya dikeve başûrê rojhilatê aliyê rojavayê Stenbolê û nêzîkî Deryaya Marmara ye, ji sala 1934an ve deriyên wê wek muzexane li ber geştyaran vekirî bûn, salane zêdeyî yek milyon û 800 hezar kesan serdana Ayasofyayê dikirin.