HDP û YSP dê sibe biryara xwe eşkere bikin

Hewlêr (Rûdaw) - HDP û Partiya Çepên Kesk derbarê hilbijartina serokkomariyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û diyar kirin ku dê sibe biryara xwe ya dawî eşkere bikin.

Lijneyên Rêveberiya Navendî yên HDP û Partiya Çepên Kesk piştî lihevkirina berbijêrê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag daxuyaniyek dan.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk di daxuyaniya xwe de wiha dibêjin:

1- Me demek dirêj diyar kir, bi berdewamî jî em diyar dikin ku pirsgirêkên ku li welatê me hene li ser esasê pêkanînên ku di warê demokrasî û hiqûqê de li gorî rêgezên gerdûnî tevnagerin. Bi taybetî qanûna hilbijartinê û polîtîkayên qeyûm ên ku vîna gel û demokrasiya xwecihî tine dikin, di serê van pêkanînan de ne. Danîna qeyûmên ku îradeya gel desteser dikin, di warê demokrasî û hiqûqê de nayê qebûlkirin û nêzîkatiya me ya di vê mijarê de nayê guhertin.

2- Di protokola ku îro birêz Kiliçdaroglu eşkere kir de biryarên di derbarê vê mijarê de li dijî rêgezên demokratîk ên gerdûnî ne. Helwest û rexneyên me zelal û vekirî ne. Danîna qeyûman ne tenê ya Amedê ye, ya Stenbolê û ya me hemûyan e.

3- Xwedîlêderketina rêgezên gerdûnî yên hiqûq û demokrasiyê erka me hemûyan e ku di vî warî de ji helwestên bê prensîb tawîz nedin. Em vê yekê careke din bibîr dixin. Em ê bi berdewamî bibin mijara diyarker a têkoşîna demokrasî, hiqûq û edaletê.

4- Haya me jê heye ku hilbijartinên 28ê Gulanê ji bo welêt veguheriye referandumê û lîstikên ku têne lîstin û xefikên ku ji bo pêşerojê hatine danîn. Nirxandinên we yên ku me îro dest pê kiriye em bi pêkhate û desteyên partiyên xwe re berdewam dikin. Piştî nirxandina xwe em dê sibe (25.05.2023) biryara xwe ya dawî, helwesta xwe ya di hilbijartinan de bi gelên xwe re parve bikin.”