HDP: 106 sal e Tirkiye ji rûbirûbûna jenosîda Ermenî direve

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku 106 sal e Tirkiye naxwaze jenosaîda Ermeniyan qebul bike û bang li Tirkiye kir ku “Rûbirûyê şerma Jenosaîda Ermeniyan bibe.” Desteya Rêvebiriya Navendî ya HDPê derbarê 106emîn salvegera Jenosaîda Ermeniyan de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin “Roja 24ê Nîsana 1915an bi destê rêxistina Tevgera Mahsus a Cemîyeta Terakî û Îttihat, 250 rewşenbîr û siyasetmedarên Ermenî ji malê wan hatin derxistin û kuştin. Ev dîrok bû roja destpêkirina Jenosaîda Ermeniyan. Gelê Ermenî, ji welatê xwe yê hezar salan hatin derxistin û rêjeyek zêde ji wan hatin kuştin. Li  Anatolyayê Kirîstiyan nehiştin. Di encama komkûjiyê de jî dest danîn ser mal û milkê wan û êdî wek gel hebûna wan tune hat hesibandin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: “Ev 106 sal e Tirkiye nexwest Jenosîda Ermeniyan qebul bike û her çû ev tawan dubare kirin û heta roja me ya îro jî hê didomînin. Ji ber ev tawanê mezin bê ceza ma û êdî tawanên cihêkarî û dijminantî jî bûn ji rêzê."

HDP dibêje: "Jenosaîda Ermeniyan berî her tiştî meseleyeke mirovî, hiqûkî û civakî ye ku îro bi awayekî dadperwerane bê nasîn û qebulkirin. Ne meseleyeke ku bibe qurbanê berjewendiyên siyaseta navxwe yan jî derve. Ev meseleya dîrokî, civakî û mirovî, di siyaseta navdewletî de jî anîna rojevê wek encama têkîlî û konjoktura polîtîk a peywendiyên bi Tirkiyê re rewşeke ku nayê qebul kirin. Jenosîda Ermeniyan li vê axê çêbûye û divê dadwerî jî li ser vê axê bê peyda kirin. Ev ji bo bi hevre jiyana gelên Rum, Suryan, Keldan, Kurd, Elewî û Êzdî gelek girîng e.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de HDP dibêje: “Di 106emîn salvegerê de, em jenosaîda li dijî Ermeniyan hatiye kirin ku ji qedîm ve li ser vê axê jiyane, wek keraset û trajediya mirovahiyê dibînin û kesên canê xwe ji dest dane bi rêz û hurmet bibîr tînin."