PAK: Em jenosîda Ermeniyan şermezar dikin
Navenda Nûçeyan – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku "Dewleta Osmanî di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir."
PAKê bi daxuyaniyekê bûyerên 1915an ên dijî Ermeniyan şermezar kir û ragihand: “Jenosîda Ermeniyan jenosîdeke mezin e di nav jenosîdên di cîhanê de.”
Li gorî dîrokzanan Dewleta Osmanî di sala 1915a da, di nava hengameya Şerê Cîhanê yê Yekê de li Tirkiyê û Kurdistanê di navbera salên 1915 û 1918a de herî kêm 1, 5 ermenî kuştine û bi sedhezaran ermenî jî bi darê zorê ji cî û warên wan tehcîr kirine.
Tê gotin di 24ê nîsana 1915a da Dewleta Osmanî dest bi “komkujiya miletê ermenî” kir û levma 24ê nîsanê wek “roja jenosîda, komkujiya ermeniyan” tê qebûlkirin û ev yek heta niha ji aliyê gelek welatên ewropî ve jî bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin.