IHD a Hatayê bang li malbatên 2 girtiyên Efrînî dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaxa bajarê Hatayê ya Komelaya Mafên Mirov (ÎHD) Mursel Tonguc Salmanoglu a Tirkiyê bi rêya Rûdawê banga xwedî derketinê li malbatên du girtiyên nexweş ên Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê dike ku ji sala 2018ê ve li bajarê Efrînê hatine girtin û li girtîgeha Yayladag a Hatayê girtî ne.

Şaxa bajarê Hatayê ya Komelaya Mafên Mirov (ÎHD) a Tirkiyê di raporteke xwe de ragihand ku 12 girtiyên Sûrî yên li girtîgeha Yayladag a wî bajarî ku 2 ji wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne di girtîgehê rûbirûyî îşkence û binpêkariyan dibin. Hevserokê ÎHDê yê Hatayê Mursel Tonguc Salmanoglu îro 24ê Adara 2022ê derbarê mijarê de beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û behsa rewşa dawî ya wan girtiyan kir.

Salmanoglu ameje bi wê yekê da di sala 2018ê de 12 kesên ku li bajarê Efrîna Rojvayê Kurdistanê ji aliyê Artêşa Azad a Sûriyê ve hatine desteserkirin û bo Cendermeya Tirkiyê hatine radestkirin û got, “Ev 12 kesên hatine destserkirin dibêjin ku ew wê demê rûbirûyî îşkenceyî bûne û li ser vê yekê serî li me dabûn. Me heta niha çendîn car rapor derbarê wan de amade kirine û hevdîtin ligel wan kirine. Di hevdîtinan de wan digotin ku ew ji Aliyê Artêşa Azad a Sûriyê ve rûbirûyî îşkenceyên cuda bûne û cîgare li ser laşê wan hatine vemirandin. Girtiyan digotin ku navê fermandarê Artêşa Azad ê Sûriyê ku tûndûtîjî li wan girtina kiriye Ebû Seîd e. Girtiyan digotin ku fermandarê navborî piştî ku ew bo Tirkiyê jî hatine radestkirin, hatiye Tirkiyê û îşkence li wan kirine.”

Mursel Tonguc Salmanoglu diyar kir ku dozên beşek ji wan girtiyan ji aliyê parêzerên Komelaya Mafên Mirov ve tên birêvebirin û dozên beşek ji wan jî ji aliyê parêzerên baroyan ve tên birêvebirin û got, “Piraniya wan bi tohmeta endamtiya rêxistinê hatine girtin û proseya yasayî ya derbarê wan de gelek bi giranî birêvediçe. Gelek ji wan bi cezayê 3 caran hetaheta yê girtîgehê tên darizandin. Beşek ji wan bi kuştina 2 leşkerên Tirkiyê tên tohmetbarkirin. ”

Hevserokê Komelaya Mafên Mirov a Hatayê behsa du girtiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî kir ku rûbirûyî îşkenceya giran a Artêşa Azad a Sûriyê bûne û nexweşên giran in. Salmanoglu bi rêya Rûdawê bang li malbatên wan girtiyan kir ku xwedî li wan derbikevin û got : “Ez dixwazim ji vir bi rêya xwe bigehînim malbatên van mirovan. Malbat bi vî awayî dê bikarin piştgiriya hiqûqî û aborî bidin van kesan. Ji ber wê yekê ez dê navên wan bibêjim. Yê yekem Mihemed Mehmûd Derwîş e. lingê wî bi bivir hatiye jê kirin. 4 gule li laşê wî hatine dayîn. yê din jî navê wî Elî Seyfettîn Tahar e.”