Bapîr û nevî ji erdhejê rizgar bûn lê bi gaza sobê mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bapîrek û neviyê wî yê 2 salî ku ji erdheja 6ê Sibatê rizgar bûbûn, ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derketî canê xwe ji dest da.

Mala Mustafa Yildirimê 75 salî ya Meletiyê di erheja 6ê Sibata 2023yan de hilweşiya û ji ber wê li Enqere bi cih bûbû.

Xizmên wan îro neviyê Mustafa Yildirim ê du salî bir mala wan a li navçeya Yenîmahalleyê ya Enqereyê.

Mirovên wan ên ku ji Yildirim agahî wernegirtine cîran ji rewşê agahdar kirin.

Cîran çûn malê û dît ku bapîr û nevî li erdê dirêjbûyîne û nalivin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hat zanîn ku bapîr û nevî bi gaza karbonmonoksît a ji sobeyê derketiye canê xwe ji dest daye.

Piştî otopsiyê cenazeyê bapîr û neviyê wî şandin memleketê wan Meletiyê û li wir hatin veşartin.