Agir bi Dêra Surp Pirgîç a Ermeniyan ket: 2 kesan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beyogluyê ser bi parêzgeha Stenbolê, şevê din agir bi Dêra Katolîk a Ermenî ya Surp Pirgîç ket û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Şevê din 23ê Çileya 2023ê li Taxa Kadikoyê ya Beyogluyê, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi beşa xaniyan a Dêra Katolîk a Ermenî ya Surp Pirgîç ket. Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Çar kes ji ber agir bi jehrî ketin û 2 ji wan ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Piştî ku agir hat vemirandin hat dîtin ku 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Qeymeqamê Beyogluyê Mustafa Demirelli û Rêberê Olî yê Civaka Katolîk a Ermeniyên Tirkiyê Levon Zekiyan serdana cihê bûyerê kirin û ji berpirsan zanyarî wergirtin. Parêzgariya Stenbolê jî ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.