Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 11 mehan de nêzîka 86 hezar dikandaran îflas kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di dema 11 mehên îsal de nêzîka 86 hezar dikanadaran ji ber kombûna deynan û krîza aborî îflas kirine û dikanên xwe girtine. Li gor amarên Konfederasyona Dikandarên Tirkiyê, di 11 mehên îsal de 85 hezar û 785 dikandaran dikanên xwe girtine.

Parlamenterê CHPê yê Manîsa Bekir Başevirgen roja Pêncşembê 22 Kanûna 2022ê amarên Konfederasyona Dikandarên Tirkiyê eşkere kirin û got: “Tenê di meha Mijdarê de 8 hezar û 951 dikandaran dikanên xwe girtine, ev hejmar di Mijdara 2021ê de 7 hezar û 275 bû.”

Li gor Parlamenterê CHPê, di sala 2021ê de 81 hezar û 159 dikandaran îflas kirine û dikanên xwe girtine, lê îsal tenê di dema 11 mehan de 85 hezar û 785 dikandaran dikanên xwe girtine û rêjeya îflaskirina dikandaran ji sedî 20 zêde bûye.

Başevirgen got: “Ji destpêka 2022ê ve mehane 7 hezar û 800 dikandaran dikanên xwe girtine. Sînorek bo zêdekirina kirêya dikan û cihên kar hevawayê kirêya xanî û apartmanan nehat danîn û ji meha Çile ve bi rêjeya ji sedî 70 dikandar bûne mexdûrê kirê, bi wateyeke din, esnafek ku bihayê kirêya dikana wî pênc hezar lîre ye, divê 8 hezar û 518 lîreyan bide. Ew kirêya ku salane jî tê dayîn 100 hezar lîre derbas dike. Dikandar di salekê de hewqas pereyan peyda nakin.”