Li Tirkiyê 7,312 biyaniyan bi kirîna milk welatîname wergirtine

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê 7 hezar û 312 biyaniyan bi rêya kirîna milk û xaniyan welatîname wergirtine, sermayedarên Îranî di rêza pêş a wan biyaniyan de ne ku bi wê rêyê bûne xwediyê nasnameya Tirkî.

Tirkiyê di salên 2017-2018an de bo pêşxistina sektora avahîsazî û xaniyan dest bi dana welatînameyê bo kesên biyanî kir li beramber kirîna milk û xaniyan bi bihayê yek milyon dolar. Hikûmeta Tirkiyê piştre di 18ê Îlona 2018an de mercên dana welatînameyê bo kesên biyanî guhert û mercê kirîna milk û xaniyan bo 250 hezar dolar kêm kir.

Tirkiyê di dema 3 salên borî de li beramber kirîna milk û xaniyan bi bihayê 1 milyar û 880 milyon dolar welatîname daye 7 hezar û 312 kesên biyanî. Îranî di rêza yekem de ne. Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, piştî 18ê Îlona 2018an ku mercê dana welatînameya Tirkî hat guhertin, xwesteka li ser wergertina nasnameya Tirkî zêde bûye.

Piştî wê tarîxê ji 93 welatên cîhanê 7 hezar û 242 kesên biyanî bi bihayê 1 milyar û 810 milyon û 500 hezar dolar milk û xanî kirîne û bi wê rêyê welatînameya Tirkî wergirtine. Îraniyan bi wergirtina 1 hezar û 690 welatîname di rêza yekem de ne, Afganî bi 994 welatîname di rêza duyem û welatiyên Iraqî û Başûrê Kurdistanê bi 920 welatîname di rêza sêyem de ne. Yemenî jî bi wergirtina 786 welatîname di rêza çarem de ne.

Her di wê demê de 3 Alman, 71 Amerîkî, 2 Arjantînî, 10 Australî, 5 Brezîlî, 17 Brîtanî, 10 Fransî, 2 Holandî, 31 Kanadayî û 76 Rûsiyan welatînameya Tirkî wergirtine.