Wezîrê Karên Navxwe li ser kuştî û birîndaran daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku 3 hêzên ewlehiyê hatine kuştin û 15 kes jî birîndar in û her wiha 2 êrişkar jî hatine kuştin.

Li navçeya Kahramankazanê ya parêzgeha Enqereyê li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) êrişeke çekdarî hat kirin û piştî wê dengê teqînan hat bihîstin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser êrişa çekdarî û teqînan daxuyaniyeke nû da.

Yerlîkaya ragihand ku êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) hatiye kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser bûyerê got:

“Êrişeke terorî li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) hatiye kirin.

Mixabin di encama êrişê de şehîd û birîndarên me hene.

Raya giştî dê ji bûyerê were agahdarkirin.

Daxuyaniyên çavkaniyên fermî esas bigirin.”

Yerlîkaya da zanîn ku di êrişa li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) a Kahramankazanê de 2 êrişkar hatine kuştin û got:

"Mixabin di êrişê de 3 şehîdên me, 14 birîndarên me hene.”

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî ragihand ku wan li ser êrişê lêpirsîn daye destpêkirin.

Piştî bihîstina dengê teqînan hêzên ewlehiyê, tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Biryara qedexeya weşanê

Serokê Giştî yê RTUKê Ebubekir Şahîn diyar kir ku li ser êrişê qedexeya weşanê hatiye ragihandin.

Serokê Giştî yê RTUKê Ebubekir Şahîn got:

“Piştî êrişa terorî ya li tesîsên Kahramankazanê yên TUSAŞê ji aliyê dadgehê ve biryara qedexekirina weşanê hat dayîn.

Di medyaya me de ji bilî daxuyaniyên rayedarên fermî agahî û dîmenên ku nehatine piştrastkirin, bi taybetî jî yên medyaya civakî hene.

Pêwist e, weşanên ku terorîzmê teşwîq dikin demildest rawestin.

Piştî raporên pisporên me yên şopandinê, dê cezayên herî giran li kesên ku li gorî qedexeya weşanê tevnagerin, werin sepandin.”