Davutoglu: Serok Bahçelî, çima Demîrtaş ne mixetab e?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu got, “Serok Bahçelî, çi hevgiriya wê heye ku Demîrtaş ji muxatabbûbê bê derxistin?

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî doh di civîna koma partiya xwe de got, "Bila Ocalan were li parlamentoyê biaxive."

Gotinên Bahçelî ji doh ve mijara sereke ya rojevê ne.

Hinek alî, bi taybetî jî nijadperestên Tirk bertekên tund nîşan didin û hinek alî jî van gotinan bi awayekî erênî dinirxînin.

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu jî di civîna partiya xwe ya îro de li ser heman mijarê axivî.

Davutoglu amajê pê kir ku Bahçelî berê jê re digot “Serok Ahmet” lê îro rewş guheriye û hatiye xala "Serok Bahçelî".

Her wiha Davutoglu diyar kir Pirsa Kurd li Tirkiyeyê yek ji pirsên herî giring e û wî her tim piştgirî daye gotinên Devlet Bahçelî yên derbarê mijarê.

Davutoglu ji bo çareserkirina pirsa Kurd bangî Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî kir û got:

"Birêz Bahçelî û birêz Erdogan, ez dixwazim bi zelalî ji we re vebêjim, eger hûn bi rastî dixwazin ji bo pirsgirêka Kurd ku em di bernameya partiya xwe de wekî pirsgirêkeke ku divê bê çareserkirin û di xala çareseriyê de demokrasiya tam nîşan didin pênase dikin gavan biavêjin, di planeke çalakiyê de rabigihînin.

Em li pişt her tevgerekê ne ku van xetên fayê ber bi çareseriyê çareseriyê dibin.

Lê em li dijî her kesê ku dixwaze bi awayekî taktîkî bi kar bîne rawestin.

"Çima Demîrtaş ne mixetab e?"

Eger ku pêvajoyek rehabîlîtasyonê hebe, wekî presnsîb mixatabê ku cezayê muebetê yê giran lê hatiye birîn, tê xwestin ku li Parlamentoyê biaxive û yê ku li Tirkiyeyê namzedê serokkomariyê bû, serokatiya partiyekê kiriye, wekî parlamenter li parlamentoyê bû û li derbarê wî biryara DMMEyê heye, hevgiriya derxistina Selahattîn Demîrtaş ji mixetabê çi ye?

Li gorî kîjan prensîbê hûn hevsengiyê wekî Îmrali, DEM, Qendîl û Edîrne ava dikin, serê we tevlihev e an jî li pişt vê hebasek heye?"