EDÎRNE - Di hewşa malekê de bi dehan koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyeyê, şeva borî di hewşa malekê de bi dehan koçber hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawiyê de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li Taxa Zincirli Kuyuyê ya Edîrneyê, şeva borî dema nobedarên taxê li nav taxê digeriyan wan di hewşa malekê de koçber tesbît kirin.

Li ser agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê.

Polîsan zêdeyî 100 koçberên Filistînî û Sûriyeyî desteser kirin û ew şandin Rêveberiya Ewlehiyê ya Edirneyê.

Koçber dê piştî kar û barên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê bên kirin.