Seroka Odeya Pizîşkan a Stenbolê: Wiha biçe dê Tirkiye bê pizîşk bimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêkên sektora tendirustiyê her diçe zêde dibin û zêdeyî 8 hezar doktoran dest ji kar berdane û mehane nêzîka 80 doktor jî ji Tirkiyê ber bi welatên din ve koç dikin.

Seroka Odeya Pizîşkan a Stenbolê amaje bi wê yekê dide ku eger polîtîkayên hikûmetê yên tendirûstiyê neyên guhertin dê koça wan berdewam be û Tirkiyê bê pizîşk bimîne.

Seroka Odeya Pizîşkan a Stenbolê Nergis Erdogan got “Serlêdana pizîşkan bo belgeya başiyê ku bi vê belgeyê diçin welatên derve her diçe zêde dibe. Li seranserê Tirkiyê ev daxwaz hem ji bo Odeya Pizîşkan a Stenbolê û hem jî bo Yekîtiya Pizîşkan a Tirkiyê di asteke cidî de zêde bûne. Ji sala 2012an qat bi qat zêdetir e. Xwendekar xwe li gor vê yekê amade dikin.”

Pizîşk û xwendekarên beşa pizîşkî dibêjin ji ber polîtîkayên hikûmetê yên tendirûstiyê rewşa aboriya wan têk çûye û hem ji ber şertên tundiya li ser karmendên tenduristîyê ew dixwazin derkevin derveyî Tirkiyê û xwe li kursên Îngîlîzî û Almanî dinivîsin da ku fêrî zimanên bîyanî bibin.

Pizîşkê Pispor yê Anestezîyolojî Mesut dibêje “Dibe ku li wan welatan jî mûçeyên pizîşkan zêde baş nebe lê herî kêm ji ber dewletên sosyal in ji bo ewlekarî û paşeroja zarok û hevjîna xwe ez difikirim biçim Ewropayê bi taybet Almanya. Ezê ji niha ve de dest ji kar berdim daku zimanê Almanî fêr bibim. Ez hewqasî bi biryar im. Li Ewropayê pêwîstî zêde ye.”

Xwendekarê Beşa Pizîşkî li Zanîngeha Enqerê Mehmet Cihan Dullac diyar kir “Ez naxwazim bimînin. Perwerdeya min bi dawî bibe ezê biçim. Dibe ku berî bi dawî bibe jî ez biçim. Derfet hebe ez dixwazim biçim Îtalya yan jî Portekîzê.”

Li gor amarên Yekîtîya Pizîşkan a Tirk tenê di 8 mehên 2022an de 683 pizîşk ji ber sedemên cûda koçî derveyî Tirkiyê kirine ku di sala 2012an de ev hejmar tene 59 bû û di nav deh salan de ev hejmar gehiştiye 1938 pizîşkan.