ANTALYA - Agirê ku bi daristanê ket hat vemirandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aksuyê ya parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê agir bi daristanê ket.

Agirê ku bi daristanê ket, pitşî xebatên tîman hat vemirandin.

Li nêzîkî gundê Kumkoyê yê Antalyayê agir bi pûş ket û ji ber hêza ba di demeke kurt de belav bû.

Agir girte serayên çandiniyê û belemên li peravên avê, herwiha li daristanê jî belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên parsatina sivîlan çûn cihê şewatê û agir hat vemirandin.

Masîgirên li navçeyê da zanîn ku di encama wî agirî de belemên wan ên masîgiriyê şewitîne.