Stenbol - Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdîn û Stenbolê di biserdegirtina malan de gelek endam û rêvebirên DEM Partiyê hatin desteserkirin.
Li Stenbolê di biserdegirtina malan de hevserokên navçeya Esenyurtê yên DEM Partiyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arina jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Heta niha sedema desteserkirina wan nehatiya zanîn.
Li Mêrdînê 7 kes hatin desteserkirin
Herwiha li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî hêzên ewlehiyê bi ser gelek malan de girtin
Di encamê de 7 kes bi hinceta “propagandeya rêxistinê” hatine desteserkirin.