TIRKIYE – Rûdaw di nava medyayên navneteweyî de yekem e

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava saziyên medyayê yên navneteweyî de yekem medya ye ku li ser Googleyê herî zêde tê lêgerîn.

Journoya ku platformeke serbixwe ya dîjîtal e encamên lêgerînên Googleyê weşandin.

yê lêkolîna xwe bi sernavê, “Bi du nexşeyan: Li kîjan bajarî li kîjan saziya nûçeyan a navneteweyî tê lêgerîn?” encam da.

Di vê lêkolînê de amarên legerînê (search) yên “BBC Türkçe, Rûdaw, Al Jazeera û Sputnik”ê hatin berawirdkirin.

Li gorî encamên lêkolînê, Tora Medyayî ya Rûdawê di nav van saziyên medyayê de bûye yekem.

Lêkolîn nîşan dide ku Sputnik li naverasta Tirkiyeyê û li naverastê Deryaya Reş yekem e.

Al Jazeera jî li Stenbol û rojhilatê Deryaya Reş yekem e.

BBC li bajarên Kastamonu, Gîresun, Aksaray û Ispartayê yekem e.

Rûdaw jî li gorî rêzê li bajarên Sînop, Çankiri, Bedlîs, Agirî, Colemêrg, Şirnex, Wan, Amed, Mêrdîn û Îdirê bûye yekem.