Nivîskara Tirk: Divê nijadperest bizanin me cîranek heye navê wê Kurdistan e

Navenda Nûçeyan – Di berdewamiya karvedanên li hemebr bûyera êrîşkirina ser geştyarên Başûrê Kurdistanê li Trabzonê, nivîskar û rojnamevana Tirk, Nagehan Alçî, ew êrîş weke “skandaleke nerewa” bi nav kir û ragihand, “divê nijadperest û kevneperest bizanin, ku navê cîranê me bi fermî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

 

Karvedanên bûyera êrîşkirina ser hejamarek geştyarên Başûrê Kurdistanê, li Tirkiyê jî berdewam in û şîrovekar û nivîskara tirk a nêzîkî AK Partiyê, Nagehan Alçî di gotarekê de bi tundî rexneyan li êrîşa nijadperestan ya ser geştyarên Kurd digre.

 

Alçî ew êrîş weke “skandaleke nerewa” bi nav kiriye û nivîsandiye ku “di destpêkê de pêwîst e zanyariyên binemayî yên nexşeya siyasî di mejiyê wan kevneperest û nijadperestan de bêne çespandin û ew bizanibin ku navê cîranê me bi fermî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û peywendiyên wan bi Tirkiyê re gelekî baş in.”

 

Alçî navê Kurdistanê jî kît bi kît nivîsandiye û gotiye “ji bo ku faşîst fêr bibin, navê cîranê me Kur-Dis-Tan e.”

 

Alçî daxwaz ji rayedarên Tirkiyê bi giştî û parêzgar û dozgerên giştî bi taybetî kiriye ku rastiyan ji bîr nekin û rê nedin ku dijminkarî li hemberî Kurdan bê kirin. Ew dibêje, Kurdistana ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve tê birêvebirin, xwediyê  alayeke taybet e û kesên li wir dijîn bi şanazî wê alayê hildigrin û bilind dikin, êrîşkirina ser wan tawaneke gelekî zelal e.

 

Alçi ew bûyer weke şermezarî bi nav kiriye û daxwaz kiriye ku lêkolîneke hûr ligel wan êrîşkaran bê kirin, gotiye ew ê ji aliyê xwe ve vê bûyerê bişopîne.

 

Ew nivîskar û şirovekara Tirk, herweha dibêje, pêwîste hikûmeta wan daxuyaniyekê bide û ku xelkê Kurdistanê aram bike û di nerîna wê de pêwîste wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşuglu peywendî bi Nêçîrvan Barzanî re bike û dilgiraniya xwe derbarê bûyerê de eşkere bike û wezîrê geştûgûzariya Tirkiyê jî wan kesên Kurd ên ku êrîş li ser wan bûye, li ser hesabê xwe mêvan bike.

 

Roja 18ê vê mehê, grûpeke geştyarên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê, ji ber ku hejmarek geştyarên ji Başûrê Kurdistanê xwestibûn bi Ala Kurdistanê wêneyên xwe bigirin, li navçeya Çaykara ya ser bi parêzgeha Trabzon a Tirkiyê ve rastî êrîşa nijadperestan hatibûn.

 

Piştî bûyerê 9 kes ji geştyarên Kurd ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve hatibûn girtin, lê piştre hatibûn berdan.