Yildirim: Min neheqî kiribe heqê xwe helal bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê AK Partiyê yê , ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Binalî Yildirim dengê xwe li navçeya Tuzlayê dengê xwe da. Yildirim got: "Çi bi zanetî çi ne bi zanetî, heger me li hemberî birayên me yên Stenbolî û hevrikên me xeletî û neheqî kiribe bila heqê xwe helal bikin."

 

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhûr ku ji AK Partî û MHPê pêk tê, ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Binalî Yildirim dengê xwe li Tuzlayê da.

 

Yildirim piştî dengê xwe bikar anî, got: "Biryara gelê Stenbolê li ser ser û çavê me ye, teqez dê biryara herî rast bidin, ez ji dil bi vê yekê bawer im. Çi bi zanetî çi ne bi zanetî, heger me li hemberî birayên me yên Stenbolî û hevrikên me xeletî û neheqî kiribe bila heqê xwe helal bikin"

 

Berbijêrê AK Partiyê herwiha got: “Ji bo ku Stenbol bibe bajarekî cihanî, hilbijartin firsendeke girîng in ku em tecrubeyên xwe yên salan ku me li seranserê welat bi dest xistine, bi kar bînin. Ji bo Stenbol û welatê me ev hilbijartin bila li ser xêrê be.”

 

Binali Yildirim diyar kir ku dibe di heyama kampanya hilbijartinê de dilê hinekan şkestî beû û got: “Di navbera hevrikan de jî çêbibe an jî dibe ku ji welatiyên me jî dilê hinekan bişkê. Lê belê îro roj, roja lihevhatinê ye, roja vegerandina awir û nêrînan a ber bi dahatûyê ve ye.”