Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin

Navenda Nûçeyan - Li gor dema hilbijartinê ya Lijneya Bilinda Hilbijartinê serbestiya banbeşeya derbarê hilbijartinan de saet 18.00ê xilas bû.

 

Li gor madeya 49emîn a qanûna derbarê Hilbijêran û Hikmên Bingehîn ên Hilbijartinê ya bi nimreya 298 a ku serbestiya bangeşeyê û maweya wê verast dike propaganda ji sibeha roja 10emîn a beriya roja hilbijartinê destpê dike û roja beriya roja dengdayînê saet 18.00ê de xilas dibe.


Li gor vê di weşanên ku dê roja beriya hilbijartinê roja şemiyê (23.06.2018) vê êvarê piştî saet 18.00ê bên kirin de weşandina nûçe, şîrove û kunciknivîsên ji bo propagandayê û yên dikarin tesîrê ser dengdayînê bikin dê qedexe be.


Roja hilbijartinê di navbera 18.00-21.00ê de li radyoyan û her cure şaxên weşanê de tenê nûçe û teblîxên ku ji aliyê Lijneya Bilinda Hilbijartinê ve tên dayîn bikarin bên weşandin. Roja hilbijartinê saet piştî 21.00ê pê ve dê hemû weşan serbest bin. Lijneya Bilinda Hilbijartinê heke guncav bibîne dê qedexeya weşanê bikare pêşiya saet 21.00ê rake.