Li Çorumê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mecitozuyê ya Çorumê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro navçeya Mecitozuyê ya Çorumê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 17:57an çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 13,26 kîlometre bûye.
Parêzgarê Çorumê derbarê erdhejê daxuyaniyek da û diyar kir ku ti rewşeke neyinî çênebûye.
Bi gotina parêzger saziyên pêwendîdar dest bi karê lêkolînê kiriye.