Li Tirkiyê pêkanîna hikûmeta Iraqê tê şopandin

Enqere (Rûdaw)- Encamên hilbijartinên Iraqê li Tirkiyê jî bi nêzîkî ve hatin şopandin.

Di hilbijartinan de her çend partiya Nûrî Malîkî bibe partiya yekem jî hejmara parlamenterên wî têrê nakin ku hikûmetê pêk bîne. Di vê rewşê de serokwezîriya Malîkî jî dibe ciyê nîqaşan. Hinek alî dibêjin Malîkî dê li ser nakokiyên siyaseta Iraqê hikûmetekê ava bike.

Hinek şirovekar jî dibêjin Malîkî dê çend tawîzan bide Kurdan û dê bi wan tawîzan Kurdan tevlî hikûmeta nû bike.