Civîna Hevpeymaniya Niştimanî li Stenbolê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê li bajarê Stanbolê dest pê kir û wê 4 pirsên girîng gotûbêj bike.

Endamê hevpeymaniya opozisyonê Mihemed Mela Reşîd ku di civînê de beşdar e, ji Rûdawê re ragihand: “Di civînê de wê pirsa beşdarbûna di kongreya Cenevê ya duyê, zêdekirina endamên hevpeymaniyê, hikûmeta demkî û hilbijartina serok were gotûbêjkirin.”

Mela Reşîd ku kurd e û xelkê bajarê Qamişlo ye, diyar kir ku zêdekirina endamên hevpeymaniyê wê mijareke din ya civînê be.

Mihemed Mela Reşîd eşkere kir ku 225 daxwazên xwe pêşkêşî hevpeymaniyê kirine daku bibin endam, ji wan 25 kes ji aliyê Mîşêl Kîlo ve hatine pêkêşkirin.

Mela Reşîd her wiha got: “Di civîna îro de wê pirsa avakirina hikûmeta demkî ya bi serokayetiya Xesan Hîto jî bê behskirin, lê hîn nexuyaye Hîto wê di posta xwe de bimîne yan na.”

Endamê hevpeymaniya opozisyonê Mihemed Mela Reşîd diyar kir ku hevpeymanî wê îro serokekî nû li şûna Muaz el-Xetîb ku berî niha dest ji posta xwe berdabû, hilbijêre.

Li gor çavkaniyên Rûdawê, 2 kesan xwe ji bo serokayetiya hevpeymaniyê kandîd kiriye. Ew jî Hîşam Merwe û Burhan Xelyûn in. heman çavkaniyê bal kişand ku şansê Hîşam Merwe ji yê Xelyûn mezintir e.

Hîşam Merwe endamê Encumena Niştimanî ya Sûriyê ye, di sala 1962an de li Şamê jidayik bûye û li Erebistana Siûdî dijî.