Li Edirneyê di mehekê de hezar û 96 koçber hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Edirneyê di nav mehekê de li tevahiya bajêr hezar û 96 koçberên qaçax hatin desteserkirin.

Ekîbên cendirmeyan li daketina bajêr kontrolên xwe didomînin û polîs jî li navenda bajêr bênavber kontrolên xwe didomînin.

Di encama xebatên ekîban de di nav mehekê de hezar û 96 koçberên qaçax hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê koçber veguhastin Îdareya Koçê ya Bajêr.

Piraniya koçberên qaçax Efxan û Pakistanî ne.

29 kes ji ber qaçaxçîtiya mirovan hatin girtin.