Li 8 bajaran operasyona ‘pareyên elektronîk’: 62 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê operasyoneke berfireh li hemberî kesên ku destê wan di Platforma Thodex de heye hat kirin û 62 kes hatin desteserkirin.

Ev çend roj in rojeva Tirkiyê bi nûçeya reva berpirsê Platforma Thodex germ bûye. Tê gotin ku damezrênerê wê platformê Faruk Fatih Ozer tevî 2 milyar dolarên elektronî reviyaye û şopa xwe wenda kiriye.

Têkildarî vê mijarê îro li çend bajaran operasyonek li hemberî wan kesan hate kirin ku destê wan di wê platforma pereyên elektronî de heye.

Navê 78 kesan di wê lîsteyê de heye ku biryara desteserkirinê derbarê wan de hatiye dayîn,  û di encama operasyona îro de jî li 8 bajaran 62 kes hatin desteserkirin.

Piştî ku endamên platformê pê hesiyan, 2 roj in Platforma wan ne çalak e, eşkere bû ku Berpirsê Platforma Thodexê Faruk Fatih Ozer tevî 2 milyar dolarên elektronî reviyaye.

Komîsyona Lêkolîna Tawanên Aborî MASAKê dest bi lêkolîna zanyariyên berpirsê platformê û kompaniyê kir û temamê hesabên Thodexê yên li Tirkiyê blok kirin.

Xwediyê wê Platformê jî di daxuyaniyekê de dibêje, ew ne reviyaye, ewê vegere û wê karê wan jî berdewam be.