Rapirsî: Rêjeya dengên Kiliçdaroglu ji ya Erdogan zêdetir e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Kompanya Lêkolînê ya Artibirê  Hevpeymaniya Millet bi 8.1 puanî Hevpeymaniya Cumhur derbas kiriye û rêjeya dengên serokkomariyê yên Kiliçdaroglu jî rêjeya dengên Erdogan zêdetir e.

Kompanya Lêkolînê ya Artibirê encamên rapirsiya xwe ya meha Adara 2023an ku li ser hilbijartinên 14ê Gulanê kirine eşkere kir. Rapirsî di navbera 13 û 21ê Adarê de û ligel 1500 beşdaran hatiye kirin.

Li gor rapirsiyê di navbera her du Hevpeymanan de ferq gehiştiye 8.1 puanî ku Hevpeymana Millet rêjeya dengên xwe zêde bûye. Herwiha li ser pirsa “Hunê dengê xwe bidin kîjan berbijêrê serokkomariyê” %44an gotiye Recep Tayyip Erdogan û %51.3 jî gotine Kemal Kiliçdaroglu. Li gor vê rapirsiyê berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu di gera yekem de bi ser dikeve. Rêjeya dengên Muharrem Ince jî %3.5 e û yê Sinan Ogan jî %1.2 ye.

Her wiha li ser pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bên kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê” bersiv wiha ne:

AKP  %31.1

CHP  %27.9

IYI Parti  %12.2

HDP   %11.6

MHP  %5.7

Partiya Memleket   %3.2

DEVA  %2.6

Partiya Jinuve Refah  %1.3

Partiya Pêşerojê  %1.2

TIP  %1.0

Partiya Saadetê  %1

Li gor encamên vê rapirsiyê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) di bin benda hilbijartinê dimîne ku %7 e.